Bager Çalişci li bajarê Mûşê dijî. Çalişçi, hêj 9 salî ye û çavên wî nabînin. Lê qabîliyeta wî hêjayî dîtinê ye. Hêj 9 salî li piyanoyê dide û yên dibînin heyrî dihêle.
Ew ne Fazil Say ne jî piyanistekî din e.
Navê wî Bager Çalişçi ye.
Ji bajarê Mûşê ye.
Çalişçi hêj 9 salî ye û çavên wî nabînin lê qabîlîyeta wî yên dibînin heyrî dihêle.
Çalişçi rojekê ji bavê xwe re dibêje bavo ez dixwazim li deştê li piyanoyê bidim.
Bavê wî jî ev xeyala wî bicîh anî.
“Çavên min nabînin. Min nizanibû berf tiştekî çawa ye. Bavê min got, berf tiştekî sipî ye. Min jî ji bavê xwe re got, babo ez rojekê li deştê dixwazim li piyanoyê bidim. Xwedê jê razî be, ev xeyala min bîcih anî. Ez dixwazim di nav baxçeyên kulîlkan de konserekê bidim serokkomarê me”.
Li deşta Mûşê li vê xwezaya nûwaze tenê notayên wî hatin bîhîstin.
Bavê Bager ji bo ku xeyala wî bi cî bû gelek kêfxweş e.
Bavê Bager dixwaze kurê wî li cihanê bi piyanoyê bê nasîn.
Bager nîşanî her kesî dide ku tu asteng, tu tişt xwe li ber xîretê nagrin.