Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Em neletê li êrîşa terorê ya li Awisturyayê tînin. Du welatiyên me canê xwe kirin talûkeyê û midaxeleyî terorîstan kirin."
Çavuşoglu li Wezareta Karên Derva piştî hevdîtina bi Wezîra Karên Derva û Hevkariya Navneteweyî ya Komara Sîerra Leoneyê Nabeela F. Tunisê ra di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê êrîşa terorê ya li Awisturyayê da wiha got: "Em neletê li êrîşa terorê ya li Awisturyayê tînin. Du welatiyên me canê xwe kirin talûkeyê û midaxeleyî terorîstan kirin."
Çavuşoglu di axaftina xwe da got ku beriya her tiştî ji bona îdeolojiya kesên ku Îslama dînê me yê aştiyê suîstîmal dikin ji holê rakin divê em têkoşîna xwe bidomînin.AA