Çavuşoglu helwesta DYAyê rexne kir

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê helwesta DYAyê ya di mijara S-400an de got, "Sepandina welatekî ku bêje tuyê ji vêderê nekirî, ji vêderê bikirî, li ruhê mitefiqtiyê nayê."

Çavuşoglu helwesta DYAyê rexne kir

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê helwesta DYAyê ya di mijara S-400an de got, "Sepandina welatekî ku bêje tuyê ji vêderê nekirî, ji vêderê bikirî, li ruhê mitefiqtiyê nayê."

Wezîrê Karê Derve Çavuşoglu ku li Washingtonê beşdarî Civîna Wezîrên Karê Derve yên NATOyê ku bi boneya 70yemîn salvegera NATOyê hat lidarxistin bû, digel endamên çapemeniyê yên Tirk civiya.

Çavuşoglu behsa serdanên xwe yên fermî yên li New York û Washingtonê û herwiha civîna xwe ya digel Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Mike Pompeo kir.

Wezîr Çavuşoglu derbarê daxuyaniya Wezareta Derve ya DYAyê de got, "Sepandina welatekî ku bêje tuyê ji vêderê nekirî, ji vêderê bikirî, li ruhê mitefiqtiyê nayê. Em şaş man, çi tona daxuyaniyê çi jî îfadeyên ku Pompeo anîn ziman, dûrî rastiyê ne."

Çavuşoglu got ku di warê buhayên patrîotan de û mijarên din de dikarin bi DYAyê re lihev bikin lêbelê ji bo pêvajo pêş de biçe pesendkirina Kongreyê lazim e.

Dîroka nûkirinê: 05 Nîsan 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE