Çavuşoglu û Pompeo bi telefonê axivîn

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi hemtayê xwe yê Amerîkayî Mîke Pompeo re bi telefonê axivî...

Çavuşoglu û Pompeo bi telefonê axivîn

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi hemtayê xwe yê Amerîkayî Mîke Pompeo re bi telefonê axivî. 

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin Çavuşoglu bi hemtayê xwe Pompeo re piştî serbest berdana Andrew Craîg Brunsonê alimê olî yê Amerîkayî bi telefonê axivî.

Ji bo Andrew Craig Brunsonê alimê olî yê Amerîkayî bi îdiaya cesûsî kiriye û li ser navê PKK û FETOya rêxistinên terorê sûc kiriye 35 sal cezayê hepsê dihat xwestin û ew di hepsa malê da bû lê di dozê da jê ra 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hepsê hat dayîn. 

Brunson bi hikm serbest hat berdan û cezayê hepsa malê û qedexeya derketina dervayî welêt a li ser jî hat rakirin. AA

Dîroka nûkirinê: 13 Cotmeh 2018, 10:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE