Çavuşoglu serdana dayikên Diyarbekirê kir

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu serdana dayikên Diyarbekirê kir

Çavuşoglu serdana dayikên Diyarbekirê kir

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê got, "Malbat, dayik û bavên me yên li vêderê bi feryadên xwe tînin zimên ka PKKya rêxistina terorê çiqasî zirarê dide Kurdan. Lê yên ku bixwazin bibihîzin."

Çavuşogluyê ku bi mebesta hinek temasan hat Diyarbekirê, serdana dayikên Diyarbekirê yên ku li ber deriyê avahiya HDPê çalakiya rûniştinê dikin, kir û qerenfîl dane wan.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê yên ku li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê di roja 1015emîn de ye.

Malbatên ku ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs nîşan didin di 3yê Îlona 2019an ve çalakiya rûniştinê didomînin bi alayên Tirkiyeyê û fotografên zarokên xwe pêşwazî li Çavuşoglu kirin.

Malbatên ku behsa çawayiya revandina zarokên xwe kirin bertekên xwe yên li dijî HDPê û PKKya rêxistina terorê anîn ziman.

Çavuşoglu li wêderê axivî û destnîşan kir ku ji Komara Qibrisa Bakur a Tirkî yekser hatiye Diyarbekirê û xwe gihandiye cem malbatên ku bi hawara weke "em ewladên xwe dixwazin" meydanê ji terorê re û ji terorîstan re dixwînin. 

Wezîr Çavuşoglu bal kişand ser wê yekê ku têkoşana bi feryada dayê Hacîre destpê kir gihiştiye roja 1015an û ew jî hatiye bibe piştevanê van dayik û bavan.

Çavuşoglu tekezî li wê yekê kir ku vê têkoşanê li bajarên curbicur jî reng vedaye û li bajarên weke Şirnex, Îzmîr, Hekarî, Wan û Mûşê jî malbatan dest bi çalakiyê kiriye.

Wezîr Çavuşoglu got, "Li Berlînê dayikeke me nuha hinekî nexweş e, em ji vêderê ve hêviya şîfayê jê re dixwazin. Dayê Maîde tê dermankirin. Em ji vêderê ve silavê li têkoşana wê dikin."

Çavuşoglu got, "Malbat, dayik û bavên me yên li vêderê bi feryadên xwe tînin zimên ka PKKya rêxistina terorê çiqasî zirarê dide Kurdan. Lê yên ku bixwazin bibihîzin."

"Di navbera PKKê û YPGê de ti ferqek nîn e, herdu heman rêxistinê terorê ne"

Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir ku di vê serdanê de yekser ji malbatan bihîst ku PKKyiyan ew ewladên wan ên ku revandine ne tenê birine Qendîlê, birine Sûriyeyê jî û wiha pê de çû:

"Ma ne dibêjin; 'Yên li Sûriyeyê YPG ne, ew ji PKKê cuda ne.' Bi vê re dixwazin bêjin 'Em wan weke terorîst nabînin.' Nuha 2 welatên ku dixwazin beşdarî NATOyê bibin dixwazin heman tiştî bêjin. Lê belê me ji wan re digot; Di navbera PKKê û YPGê de ti ferqek nîn e, herdu heman rêxistinê terorê ne. Heçko dixwazin nîşan bidin rêxistinên terorê ji hev ferq in, yek rêxistina terorê ye, lê ya din li mafê xwe digere. Heke hûn dixwazin hîn bibin mafên Kurdan bi çi hawî ye, dixwazin çi mafan bi dest bixin, werin li vêderê serdana bav û dayikên Diyarbekirê bikin. Heke hûn ji me bawer nakin, were li wan guhdarî bikin. Me ev ji gelek mixatebên xwe re vegotin, em dixwazin wan bidin fêmkirin. Ji îro pê de jî emê wisa berdewam bin. Tiştên ku me li vêderê dîtin emê wan jî bêjin. Helbet ji bo yên ku bixwazin bibihîzin."

Çavuşoglu îfade kir ku ew dengên weke "ji terorê re xweşbînî tune" ku ji vêderê bilind dibe, dikeve guhên terorîstan û piştevanên wan û anî ziman ku bi saya qêrînên van dayikan HDPê derî û derabeyên xwe daxistine, naxwazin van qêrînan bibihîzin."

"Emê dewlet û millet pêkve vê micadeleyê bidomînin"

Wezîr Çavuşoglu wiha axivî:

"Em bang li paşekên li bajêr ên rêxistina terorê dikin; bi xapandin zarokên me ewladên me teslîmî rêxistinên terorê nekin. Dê ev dayik paşekişiyê nekin. Bi saya vê micadeleyê 35 ewladên me li me vegeriyan. Emê dewlet û millet pêkve vê micadeleyê bidomînin. Ji bo hemî mafên Kurdan werin dayin cenabê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta me digel hemî saziyên me, ev 20 sale ji weqatê em hatine îqtîdarê, hemî xebatê diajon. Lê PKK dijminê van xizmetan e, yê ku zirara herî zêde dide Kurdan PKK bi xwe ye. Emê hertim xwedî li mafên birayên xwe yên Kurd derkevin. Înşallah ji bo vegerandina birayên me yên mayî jî çi destê me were emê bikin."

Di serdanê de Serokê Komisyona Plan û Budceya TBMMê Cevdet Yilmaz, Walî Alî Îhsan Su, Nûnerê Wezareta Karên Derve yê li Diyarbekirê Balyoz Îbrahîm Mete Yagli, Rêveberê Ewlekariya Wîlayetê Dr. Huseyin Aşkin, Parlementera AK Partiyê ya Diyarbekirê Oya Eronat, Parlementerê AK Partiyê yê Bingolê Fevzi Berdibek, Serokê AK Partiyê yê Wîlayetê Muhammed Şerif Aydin jî amade bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE