Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bona hewldanên kêmkirina rageşiya di navbera Amerika û İranê da wê sibê here serdana Irakê.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva hat diyarkirin Mevlut Çavuşoglu ji bona hewldanên diplomatîk yên kêmkirina rageşiya di navbera Amerika û İranê da ji bona rojekî wê di 9ê Çileya 2020an da here serdana Irakê.
Hat destnîşankirin di serdanê da ji xeynî geşedanên herêmî wê meseleyên dualî jî bên gotûbêjkirin.
AA