Çavuşoglu:Gorî Türkiyeyê ev plan (avakirina korîdora genim) pêkan e

Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina li Kuliyeya Serokomariyê di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Çavuşoglu:Gorî Türkiyeyê ev plan (avakirina korîdora genim) pêkan e

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bona li Behra Reş korîdora genim bê avakirin wiha got, "Em behsa avakirina mekanîzmayeke di navbera Neteweyên Yekbûyî (NY), Rûsya, Ukrayna û Tirkiyeyê da dikin. Gorî Tirkiyeyê ev plan pêkan e."

Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina li Kuliyeya Serokomariyê di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Mevlut Çavuşoglu der barê li Behra Reş avakirina korîdora genim da wiha got, "Em behsa avakirina mekanîzmayeke di navbera Neteweyên Yekbûyî (NY), Rûsya, Ukrayna û Tirkiyeyê da dikin. Gorî Tirkiyeyê ev plan pêkan e."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got ku heger berhemên ku him ji Ukraynayê û him jî ji Rûsyayê tên îxrackirin hebin divê em bi hev ra rê li ber vê vekin.

Çavuşoglu der barê mizakereyên di navbera Rûsya û Ukraynayê da got ku gorî çend hefte berê ji bona dîsa dest bi mizakereyan bikin rewşeke hê erênî heye.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu balê kişand ser rewşa li Sûriyeyê û wiha axivî, "Divê terorîstên ku him ji bona yekbûna axa Sûriyeyê talûke ne û him jî gefên xwe yên dijî me zêde dikin ji vî welatî bên paqijkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE