Çayxane û restorant vebûn

Esnafan di çarçoveya rêzikan de dest bi xizmetê kir

Çayxane û restorant vebûn

Bi pêvajoya normalîzebûnê re êdî gelek cih deriyên xwe ji mişteriyan re vedikin. Di nav van ciyan de çayxane û xwaringeh jî hene. Êdî ev hemû cih dikarin di çarçoveya tevdîran de kar û barên xwe bikin.

Ji îro û pê ve êdî di jiyana mirovan de konaxeke nû dest pê kir, li gelek kargehan esnafanan dest bi xizmetê kir. Di nav van ciyan de çayxane û xwaringeh jî hene.

Piştî demeke dirêj mişterî hatin loqenteyan û ji bo wan xwarin hatin amadekirin.

Esnafan di çarçoveya rêzikên mesafeyê û rêzikên paqijiyê de dest bi kar kirin.

Mesafeya di navbera maseyan de li ber çavan hate girtin û di têketina loqenteyan de jî ji bo paqijiyê dezenfekten hatin bicîkirin.

Ev tevdîr dilê mişteriyan jî rehet dike û bi dilekî rehet dikarin li derve xwarinê bixwin.

Li çayxaneyan jî li gorî tercîhê çay di îskanên cam û yên pet de hatin belavkirin.

Ji bo miştreyan jî ev hesreta xwarina li derveyî malê bi dawî bû.

Kafe, çayxane û xwarinxane dikarin heta 10ê şevê di çarçoveya rêzikan de ximzetê bidin mişteriyên xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE