Cebilxaneya iha’yê “bozok“

BOZOK wê di wesaîdên bêmirov de bê bikaranîn

Cebilxaneya iha’yê “bozok“

Wesayîda asîmanî ya bêçek, êdî bi cebilxaneya “bozok” dê karibe êrîş jî bike. ev cebilxaneyên biçûk ji serî heta binî li tirkiyê hatin çêkirin. bozok sala pêş me dê tevlî envantera TSK’ê bibe.

Bi qeweta lazerê dixebite, sivik û biçûk e.

Bi temamî li Tirkiyê, bi amûrên xwemalî hat çêkirin.

BOZOK bi çavkaniyên SAGEya TÜBİTAK’ê, ji bo SİHAyan hat çêkirin.

Di ceribandinên firîn û gulberdanê de bi ser ket.

BOZOK li Kendeva Sarosê, bi SİHA’ya Bayraktar TB2yê hat berdan. Tu qisûr jê derneketin.

Ji bo wesaîtên asimanî yên bêmirov, di operasyonan de qabiliyeta xwe zêde bikin, ceribandinên pêşxistina BOZOKê berdewam in..

BOZOK di sala 2019an de wê têkeve nav envantera TSK’ê û dê bibe cebilxaneya 3yemîn a SİHA’yan ku Tirkiyê çêkirin.

Giraniya BOZOKê 16 kîlo ye û menzîla wê jî heya 9 kîlometreyan e.

Bi hereketên pêşketî jî reqîbên xwe têk dibe.

Bi serika xwe ya nîvçalak dikare bi awayekî hesas jî bê kontrolkirin.

Bi sensorên pîvandina bilindiyê û kontrolkirina berfireh a personelan jî dikare rasterast li neyaran bixe.

Serok Recep Tayyip Erdoğan jî di merasîma vekirina Pêşxistina Binesazî û Teknolojiya Neteweyî de li BOZOKê nihêrî û derbarê wê de bi berfirehî agahî girt. BOZOK sala pêşiya me wê di operasyonan de bê şixulandin.

Dîroka nûkirinê: 02 Mijdar 2018, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE