Cejna suryaniyan: rojbûna Hz. Îsa

Bi sedan Suryanî li dêran Cejna Yaldoyê pîroz kirin...

Cejna suryaniyan: rojbûna Hz. Îsa

Suryanî her sal 3 rojan eyda jidayîkbûna hezretî îsa pîroz dikin. Li midyada mêrdînê jî suryanîyan cejna yaldoyê pîroz kirin, waliyê mêrdînê mustafa yaman û gelek rayedar jî çûn dêrê û cejna cimaata suryanî pîroz kirin.

25ê Kanûnê ji bo Mesîhiyan destpêka rojbûna pîroz e.

Suryanî ji bo pîrozbahiya jidayîkbûna Hezretî Îsa li dêran dicivin, eyda xwe ya bi navê YALDOyê pîroz dikin.

Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ligel Miftûyê bajêr û gelek rayedaran ji bo pîrozkirina cejna Suryaniyan çû Dêra Mor Behmanê.

Waliyê Mardinê Mustafa Yaman: Ez ji bo Salîba Beg û cimeata Sûryanî spas dikim ku piştgirî û alîkarî didin hizûra me. Ev du sal in em li Mêrdînê di nav hizûr û aramiyê de ne, ez hêvîdar im ku ev yekîtiya me daîm be.

Li Dêra Mor Gabrîelê jî pîrozbahiyên rengîn hebûn.

Suryaniyên ku ev 3 roj in mêvanên xwe diezimînin, ji bo serdana rayedar û welatiyan sipasiya wan kirin.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE