Çekên Emerîkayê di destê terorîstan de ne

CNN: Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî çek dane El Qaîdeyê

Çekên Emerîkayê di destê terorîstan de ne

Fermandarê Hêzên Navendî yên Emerîkayê General Votel li Senatoyê derbarê wan çekan de xeber da ku emerîkayê firotine erebistan siûdi û ji wir jî çûne rêxistinên bi el qaîdeyê ve girêdayî ne. votel got berê jî çekên dane iraqê wenda bûne. votel destnîşan kir ku divê di mijarên wisa de zêdetir baldar bin.

Çekên ku Emerîka difroşe mutefîkên xwe digihêjin ber destê dijminên wê. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê niha ev nîqaş heye.

Televizyona CNNê îdia kir ku çekên Emerîkayê firotine Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ji aliyê van welatan ji bo şerê li Yemenê hatine dayîn El Qaîde û rêxistinên girêdayî wê.

Ev mijar di rûniştina Senatoyê de hat rojevê.

Fermandarê Hêzên Navendî General Joseph Votel ser mijarê bersiv dan pirsên senatoran û got: ”Ji bo çekên me bidin kesên din me raye nedaye Erebistana Siûdî an jî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb. Divê em li ser vê mijarê lêkolîneke berfireh bikin. Berê li İraqê çekên me winda bûn. Divê em di mijarên wisa de zêdetir baldar bin.”

Televizyona CNNê bi dîmenên ji herêmê nîşan da ku çek hatine dayîn rêxistina bi navê Tûgaya Dewletê û rêxistina Tûgayên Eba Abbas a ku şaxa El Qaîdê ya li Nîvgirava Ereb e.

Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku hin çek jî ketine destê milîsên Xûsî yên nêzî Îranê.

Di dîmenan de wesayît û çekên Emerîkayê yên gihaştine komên terorîst bi taybetî li bajarên Taîz û Hudeydeyê xuya dikin.

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE