Celebeke nû ya nokan: UBET

Cotkar bi celeba UBETê serê donimê zêdetirî 400 kîlo nok ber hev dikin

Celebeke nû ya nokan: UBET

Li Şanliurfayê ji aliyê midûriyeta lêkolînên çandiniyê gaptaemê celebeke nû ya nokan hat hilberîn.celeba nû ya ku navê wê “UBET” e hat tescîlkirin jî. Bi celeba UBETê serê donimê zêdetirî 400 kîlo not tê berhevkirin.

Li aliyekî hildibijêrin, ji aliyekî paqij dikin, li aliyê din jî tescîl dikin.

Ev dîmen ji embara Midûriyeta Lêkolînên Çandiniyê ya Şanliurfayê ne.

Midûriyetê ji bo peydakirina celebeke nû ya nokan nêzî 10 salan lêkolîn kir.

Di encama xebatê de celebeke nû ya nokan hat tescîlkirin.

Celeba nû bi navê “UBETê” hat tescîlkirin.

Bi nokên UBETê serê donimê zêdetirî 400 kîlo mehsûl tê bervekirin.

Gava cotkar nokên UBETê biçînin wê li gorî nokên din ji sedî 30 zêdetir mehsûl bi dest bixin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE