Çelik: “Gava ku hat avêtin sûiqasteke li dijî doza Filistînê ye’’

Berdevkê AK Partiyê; dagirkirina Qudsa Rojhilat, wargehên Şeriaya Rojava û Girên Golanê bi bîr xist.

Çelik: “Gava ku hat avêtin sûiqasteke li dijî doza Filistînê ye’’

Li ser hev bertek tên dayîn peymana Mirektiyên Ereb ên Yekbûyî û İsraîlê. Berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik got: ev gav li dijî doza filistînê siûqest e.’’ her wiha bangî civaka navneteweyî kir û xwest ku piştevaniya çareseriyeke dudewletî bê kirin.

Berdevkê AK Partiyê; dagirkirina Qudsa Rojhilat, wargehên Şeriaya Rojava û Girên Golanê bi bîr xist.

Û bertek nîşanî normalbûna Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ya bi İsraîlê re da.

Ömer Çelik, bal kişand ku ev gav aştiya herêmê dixe xetereyê.

Berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik :ev gav, siûqesteke siyasî ya li dijî doza filistînê ye. bi tu awayî ne ji bo berjewendiya gelê filistînê ye. her wiha ev hewl li dijî çareseriya dudewletî ye. civata navneteweyî vê çareseriyê diparêze.

Çelik got ku ev gava qaşo ‘’normalbûn’’ê girêdayî polîtikayên li Lîbya û Yemenê ye.

Hat diyarkirin ku mifteya aştiyê ew e ku hesasiyetên gel û dewleta Filistînê bê anîn ber çav.

Û piştevaniya Tirkiyê ya ji bo Filistînê jî cardin anî zimên.

Çelik, bangî civata navneteweyî jî kir.

Berdevkê AK Partiyê Ömer Çelik : yên ku dixwazin aştî çêbe, divê mîrektiyên ereb ên yekbûyî şermezar bike ku ev gav avêt. Civata navneteweyî divê zêdetir li ser çareseriyeke dudewletî bisekne. Bila birayên me bizanibin ku serokê me li ser şopa doza filistînê ye. Ev siyaset wê zêdetir ji cîhanê re bê gotin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE