Çelik: "Karên bi Libyayê re dimeşin hene û astên krîtîk derbas dibin"

Berdevkê AK Partiyê Çelik piştî Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya AK Partiyê ku bi serektiya Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin daxuyanî dan.

Çelik: "Karên bi Libyayê re dimeşin hene û astên krîtîk derbas dibin"

 Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik got, "Aliyê Rûman YE kiriye weke pêlîstoka xwe, heke ev mijar ji aliyê YEyê ve qebûl be, bila ji wan re ser xêrê be."

Berdevkê AK Partiyê Çelik piştî Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya AK Partiyê ku bi serektiya Serokomar û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin daxuyanî dan.

Çelik li ser pirsa Qibrisê wiha got, "Pêdivê Komara Tirkî ya Qibrisa Bakur di qada navneteweyî de, weke dewleteke xwedî vîzyon û statuyeke yeksan pê nas kirin. Aliyê Rûman YE kiriye weke pêlîstoka xwe, heke ev mijar ji aliyê YEyê ve qebûl be, bila ji wan re ser xêrê be. Mizakereyên bê tegihiştina ku Tirkên Qibrisê, Komara Tirkî ya Qibrisa Bakur û doza Tirkî li Qibrisê, tune bihesibîne em qebûl nakin."

Çelik bal kişand ser daxuyaniyên Serekê Beşa Rûm a Qibris Nîkos Anastasîadîs ên li dijî Türkiyeyê û got, "Em wê bê rêziya li hember Komara Tirkî û gelê xwe bi heman şêweyî li wan vedigerînin."

Berdevk Çelik ji bo midaxeleya Yewnanistanê li koçberan wiha got, "Ewên ku hewl didin di mijarên curbicur de dersê bidin Türkiyeyê, pêdivê di serî de demokrasiya xwe ji binê ava Deryaya Spî derxînin."

Çelik bal kişand ser serdana heyetên Türkiyeyê li Libya û Misrê û got, "Pêdivê weke senkronîze neyê fikirîn, 2 mijarên cihê ne. Karên bi Libyayê re dimeşin hene û astên krîtîk derbas dibin. Bi Misrê re jî ji bo axaftina meseleyên di navbera me de û pêkanînana mekanîzmayên nû em dixebitin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE