Çelîk: "Daxuyaniyên Bîden helwesteke bêberpirsyar e, bingeha wê ya hiqûqî û dîrokî tune"

Berdevkê AK Partiyê Çelîk: "Daxuyaniyên Bîden helwesteke bêberpirsyar e, bingeha wê ya hiqûqî û dîrokî tune"

Çelîk: "Daxuyaniyên Bîden helwesteke bêberpirsyar e, bingeha wê ya hiqûqî û dîrokî tune"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk der barê ji hêla Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê va wek "komkujî" binavkirina bûyerên 1915an da got ku "Em tu carî qebûl nakin ku peyva komkujiyê ji bo gelê me, dewleta me, dîroka me bê emilandin, em dibêjin ku kesên vê gotinê diemilînin bi tundî şermezar dikin. Ev helwesteke wisa ye ku em dê her dem lenet bikin. Helwesteke bêberpirsyarî ye û bingeha wê ya hiqûqî û dîrokî tune."

Dema ku li navenda giştî ya partiyê bi serokatiya Serokomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê civîna Lijneya Birêvebirî û Biryarê ya Navendî (LBNN) dewam dikir daxuyanî dan rojnamevanan.

Çelîk di axaftina xwe da bi bîr xist ku çalakiya dayikên Diyarbekirê kete roja 602yemîn û silav û rêz şand dayikan ra û got ku "Ji 228 ewladên hatine revandin 53 jê keç in. 83 jê ji 18 salî biçûktir in, 33 jê jî ji 15 salî biçûktir in. Ev dîmen jî bêrehmiya rêxistina terorê bi awayekî eşkere nîşan dide. Em hêvî dikin ku dayikên me demildest bigihêjin ewladên xwe. Di heman demê da em ji bo ku ev zarok ji rêxistinê xilas bibin û bibin xwedî dahatûyeke xweş xebatên xwe didomînin."

"Helwestek wisa ye ku em dê her dem lenet bikin"

Çelîk got ku vê hefteyê di rojeva herkesê da daxuyaniyên Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê hebûn û wiha axivî: "Em tu carî qebûl nakin ku peyva komkujiyê ji bo gelê me, dewleta me, dîroka me bê emilandin, em dibêjin ku kesên vê gotinê diemilînin bi tundî şermezar dikin. Ev helwesteke wisa ye ku em dê her dem lenet bikin. Helwesteke bêberpirsyarî ye û bingeha wê ya hiqûqî û dîrokî tune. Rayeya tu serokdewletekî an jî parlementoyê tune ku der barê dîroka gelekî da, ji bo ku ji hêla hiqûqî va wek komkujî bê binavkirin da rayeya hikimdayînê wan tune, qabîliyeteke wan ê wiha jî tune. Dê xwe bispêrin kîjan agahiyê, agahiya hiqûqê, kîjan agahiya dîrokî ku hikmeke teqez bidin û navê gelekî reş bikin."

Çelîk der barê ji hêla Bîdenê Serokê Amerîkayê va wek komkujî binavkirina bûyerên 1915an da wiha axivî:

"Em vê bi tundî şermezar dikin. Em wek AK Partyiê vê wekî bêbextiyeke dijî gelê xwe qebûl dikin. Em vê bêbextiyê red dikin, vê tişta hewl didin ku teblîxê me dikin red dikin û dijî vê helwestê helbet dê li her derê dinyayê têkoşîna xwe bidomînin. Di dîroka me da komkujî çênebûye, ji bo kesên dixwazin ku di bûyerên 1915an da çi qewimiye arşîvên me vekirîne. Serokomarê me pêşniyaz kiriye ku arşîv ji bo herkesê bên vekirin. Em amade ne ku komîsyona dîrokî ya tê xwestin ava bikin û beşdarî komîsyona dîrokî ya tê xwestin bibin. Ji bo kesên normalbûnê dixwazin Tirkiye muxatab e."

 "Yên ku xwe bixwe ji muxatabiyê derxistin ew in"

Rojnamevanekî ji Çelîk helwesta HDPyê ya der barê ji hêla Bîden va wek "komkujî" binavkirina bûyerên 1915an da pirsî û bi bîr xist ku danezana ku di parlementoyê da di vê mijarê da hat weşandin îmze nekir û ji Çelîk xwest ku vê yekê binirxîne.

Çelîk li ser vê wiha axivî:

"Wextekî di nav wê partiyê da kesên digotin ku partiya Türkiyeyê ne hebûn û hin helwestên bivî rengî nîşan didan. Naxwazin ku bi awayekî di nav tu polîtîkayên hevpar ên Türkiyeyê da cî bigirin û bikevin qeydê. Li cihekî din disekinin. Min di daxuyaniya xwe da got. Di navbera ASALA û PKKyê da têkiluyeke gelekî nêz heye, pêwendiyên wan ên organîzasyonê yên gelekî nêz hene. Wek mînak li nav Türkiyeyê herî zêde qirêjkirina têgehên wekî demokrasî, hiqûq, bihevrajiyanê bi vî awayî çêdibe. Her dem ji helwestên ji danezanên li Parlementoyê yên der barê polîtîkaya derva ya Türkiyeyê da, danezanên ji bo parastina berjewendiyên Türkiyeyê îmze bikin dûr disekinin. Paşê jî dema ku li Türkiyeyê der barê demokratîkbûnê da, di mijarên din da pêngavek tê avêtin dibêjin ku 'Çima ji me napirsin, çima me muxatan nagirin." Yên ku xwe bixwe ji muxatabiyê derxistin ew in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE