Çemê Feratê wê mazûvaniya maratona kelekan bike

Pêşbirkê ji gundê Kizilînê dest pê bike û wê heta gundê Savaşan, Rumkale û Xelfetiyê 40 kîlomêtroyan dewam bike.

Çemê Feratê wê mazûvaniya maratona kelekan bike

Hewzaya Bîrecikê ya Çemê Feratê ya li Besniya navçeya Adiyemanê wê di navbera 1-7ê cotmehê da mazûvaniya pêşbirka kelekan bike.

Pêşbirk wê bi hevkariya Walîtiya Adiyemanê, Midûriya Ciwanî û Werzişê ya Bajêr, Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Ajansa Pêşketinê ya Îpekyoluyê wê bê lidarxistin.

Hemû werzişvanên kelekan ên li Tirkiyeyê wê bên vexwendin.

Pêşbirkê ji gundê Kizilînê dest pê bike û wê heta gundê Savaşan, Rumkale û Xelfetiyê 40 kîlomêtroyan dewam bike.

Serokê Federasyona Kelekan a Tirkiyeyê Erhan Erturk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Maratona Kelekan a Feratê wê di navbera 1-7ê cotmehê da çêbibe ku ew dixwazin Adiyeman bibe navenda vê pêşbirkê.

Erturk got avûhewaya Adiyemanê ji bo vê pêşbirkê pir baş e û wiha axivî: "Heke em ji welatên bakur ra jî danasîna vê bikin, hemû kampên dinyayê dikarin li vir çêbibin. Ji bo werzişa me jî cihê herî baş ev der e."

Midûrê Ciwanî û Werzişê Fîkret Keleş jî got ew dixwazin herêmê turîzma werzîşê pêşva bibin û wih axivî: "Armanca me ew e ku em hem welatê xwe bidin nasîn û hem jî cihên dîrokî derxin pêş û turîzma werzîşê pêş va bibin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE