Di betlaneya cejnê de hin kes çûn cem malbatên xwe hin kes jî derketin betlaneyê. Li herêmê jî welatiyan berê xwe da cihên hênik. Yek ji wan cihan jî Çemê Munzirê ye ku dikarin tê de soberiyê jî bikin.
Bi şînahiya xwe û bi ava xwe ya xweş bala turîstan dikşîne…
Çemê Munzirê yê li Ovacika Dêrsimê ku berê tenê gelê herêmê diçûn wê derê, niha ji derbajêr jî welatiyan diezimîne.
Bi betlaneya cejnê re welatiyan berê xwe dan ber çem.
Zarok tê de soberiyê dikin, malbatên wan jî li ber betlaneyê dikin.
Ji xeynî ava hênik, xwezaya derdorê jî bêhna welatiyan derdixîne.