Tebeqeya cemedê ya li ser rûyê Gola Çildirê ku dikeve navbera sînorê Erdexan-Qersê, bi tesîra germê û barîna baranê dihele.
Nexasim bi barana ku îro tesîra xwe nîşan da va rûyê golê yê ku dikeve navbera gundê Golbelen û yê Golebakanê bi temamî vebû.
Şêniyê gundê Golbelenê Habip Altundaş diyar kir ku ev du roj e cemeda golê dihele û her wiha bi tesîra baranê va jî beşeke mezin a rûyê golê vebû.
AA