Cemeda li ser Balixgolê dihele û tebîet şên dibe

Cemeda li ser Balixgolê dihele û tebîet şên dibe

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi biharê ra cemeda Balixgola li Agiriyê heliya, tebîet şên bû û dîmenên xweş derketin meydanê.

Balixgola 30 kîlomêtro dûrî Taşliçaya navçeya Agiriyê ye û li dereke 2 hezar û 241 mêtro bilind e her demsal balê dikişîne.

Li Balixgola li dereke bilind e û nîvê salê diqerise welatî mîna Eskîmoyan masiyan digirin û siruşthez jî tên serdanê û wêneyan dikişînin.

Bi taybetî havînê kesên dixwazin derkevin gerê tên serdana gola ku biharê bi teyr û tûyan şên dibe.

Bi biharê ra cemeda Balixgola li Agiriyê heliya, tebîet şên bû û dîmenên xweş derketin meydanê.

Her sal bi hezaran geştiyarên xwemalî û biyanî tên dîtina Balixgolê û bi taybetî havînê li derdora golê kon vedigirin û dertên seyranê.

Ji geştiyaran Îmdat Ozmenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir divê Balixgol baş bê zanîn û her kes were dîtina tebîeta xweş ya golê.

Ozmen destnîşan kir piştî Eyda Remezanê wê herêm qerebalix bibe û wiha axivî, "Gol bi taybetî havînê dereke zehf xweş e. Zivistana herêm çetin e. Dawiya Nîsanê ye cemeda golê bere bere dihele. Bi hewaya xwe ya xweş û kulîlkên rengîn dereke xweş e. Li welêt bihar e, lê li vir hê jî cemed heye. Piştî cemed bihele wê hê xweştir bibe."

Ji geştiyaran Musa Polat jî diyar kir ji bona dîtina vir ji Stenbolê hatiye û got ku Balixgol biharê zehf xweş dibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE