Xelatên îsal yên Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrrojhilat (GGC'ê) yên bi navê ''Rojnamegerên Serkeftî yên Salê'' diyar bûn.
Di beşa bernameyên radyoya kurdî de, TRT Kurdiyê bi bernameya 'Dengê Soranî ya Seyed Tajedin Hosseinî xelata yekemîn qezenc kir.
Di beşa sporê de bernameya ''Dema Futbolê'' xelata yekemîn wergirt.
Di beşa nûçeyên kurdî de Allattin Geçer bi nûçeya xwe ya bi navê ''Çîroka Leyla Alûşûnê'' xelata mansiyonê û di beşa bernameyên televîzyonê yên kurdî de bi bernameya ''Hûn Dibêjin Çi'' Bayram SEZGÎN xelata mansiyonê qezenc kir.