Cenazeyê Demîr û şehîdên din li Goristana Hecîyan hatin binaxkirin

Li Nusaybinê 8 kes şehîd ketin, 35 kes jî birîndar bûn.Di êrîşa li Nusaybinê de bavê nûçegihan Gülay Demirê jî şehîd ket...

Rêxistina terorî ypg/pkk’ê careke din êrîşî sivîlan kir. Li Nisêbîn û Pirsusê 11 sivîl şehîd ketin û 37 kes jî birîndar bûn. Li aliyê din di êrîşa nisêbînê de bavê xebatkara TRT KURDİyê Gülay Demirê, Mehmet Şirîn Demîr jî şehîd ket.

Rêxistina terorî YPG/PKK di operasyona Kaniya Aştiyê de her ku diçe bêhtir tengezar dibe û êrîşî sivîlan dike.

Li Nisêbîna Mêrdînê jî êrîşî sivîlan kir.

Êrîş bi hawan û roketan ji axa Sûriyeyê hat kirin.

Di êrîşa li dijî sivîlan de 8 kes şehîd ketin.

Yek ji van sivîlan jî Mehmet Şîrîn Demîrê bavê xebatkara TRT Kurdîyê Gülay Demir bû.

TRTê ji bo Demirê peyama sesaxiyê weşand û got; Xwedê rehma xwe li şehîdê me bike û sebrê bide nûçegihana me û xizmên wê..

Êşa malbatên şehîdan mezin bû û malbatan di nav axîn û girînê de cenazeyên xwe spartin axê.

Cenazeyê Demîr û şehîdên din piştî nimêja cenazeyê li Goristana Hecîyan hatin binaxkirin..

35 birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Nusaybinê.

Terorîstan li Rihayê jî êrîşî sivîlan kir.

Li taxa Çaykaraya Pirsûsê bi hawanan êrîş hat kirin.

Muxtarê taxê Halil Yağmur û kesekî din şehîd ketin.

3 kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê.

Lê ji birîndaran İsmail Taşkin jî tevî hemû mudaxaleyan şehîd ket.

Tedawiya 2 birîndarên din berdewam e.

Dîroka nûkirinê: 12 Cotmeh 2019, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE