Cenazeyê Prof. Dr. Mustafa Muslim dê li Gaziantepê bê definkirin

Prof. Dr. Mustafa Muslimê ku ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyeyê di sala 2014an da xwe sipart Türkiyeyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadîr Yuksel a Gaziantepê ji ber Kovîd-19ê dihat dermankirin. Rewşa Muslim giran bû ew hildan unîteya nexweşiyên giran û Muslim çû ber rehma Xwedê.

Cenazeyê Prof. Dr. Mustafa Muslim dê li Gaziantepê bê definkirin

Alimê Sûriyeyî Prof. Dr. Mustafa Muslim (81) li nexweşxaneya ku lê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dihat dermankirin, wefat kir.

Prof. Dr. Mustafa Muslimê ku ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyeyê di sala 2014an da xwe sipart Türkiyeyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadîr Yuksel a Gaziantepê ji ber Kovîd-19ê dihat dermankirin. Rewşa Muslim giran bû ew hildan unîteya nexweşiyên giran û Muslim çû ber rehma Xwedê.

Derket holê di serî da dihat plankirin ku cenazeyê Muslim li Sûriyeyê bê definkirin lêbelê bi biryara endamên malbata wî guncav hat dîtin ku li Gaziantepê bê definkirin.

Cenazeyê Muslim rakirin morga Goristana Esrî û cenaze dê roja duşemê bê definkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE