Cenazeyên xwe wê bêpere bibin bajarê xe

Cenazeyên xwe wê bêpere bibin bajarê xe

Welatî wê karibin bêpere bi balafiran cenazeyên xwe bibin bajarê xwe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji xeynî kesên sax, xizmeteke taybet dide miriyan jî. Ji bo pirsgirêka birina meytan were çareserkirin şaredariyê bi Rêhewaya Tirk re peyman îmze kir. Welatî êdî wê bêpere karibin bi balafiran cenazeyên xwe bibin bajarê xwe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li goristanan xizmeteke taybet û girîng dike.

Birin û anîna meytan, şuştin, kefenkirin, cihê mezar û definkirinê hemû bêpere tên kirin.

Şaredariya ku bi destê qayum Cumali Atilla tê birêveberin dest bi xizmeteke nû kir.

Ji bo pirsgirêka birin û anîna cenazeyan were çareserkirin di navbera Şaredariyê û Rêhewaya Tirk de peyman hat îmzekirin.

Li gor vê hevkariyê ji niha şund de, hemwelatiyên ku ji derveyê bajêr jiyana xwe ji dest bidin wê bêpere bi balafiran meytên wan bînin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE