Cendermeyan cejna welatiyan pîroz kir

Li ser riya Beytüşebapê eskeran şekir û kolanî îkramî rêwiyan kirin

Cendermeyan cejna welatiyan pîroz kir

Coş û kelecaniya cejnê li çar aliyên welêt dewam dike. Li şirnexê jî li cihên kontrolan, tîmên cendermeyê şeker û qolanî ikramî welatiyan kirin. Her wiha ji bo çûnehatineke ewle jî hişyariyên trafîke dan ajokaran.

Di destê wan de şekir û kolanî, li benda rêwiyan bûn.

Welatiyên ku nezî cihê kontrolê bûn gotin qey wê nasnameya wan bê kontrolkirin; lê ji wan re îkram hat kirin.

Eskeran li ser riya Beyşebaba Şirnexê him eydaniya welatiyan kir him jî ji bo çûnehatineke ewle hişyariyên trafîkê dan wan.

Zarok jî nehatin jibîrkirin…

Tîmên cendermeyê  diyarî dan zarokan, ew himbêz kirin û bi wan re wêne kişandin.

Rêwî jî bi eskeran re sohbet kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin:

“Eskerên me taca ser serê me ne. Em gelek kêfxweş bûn bi muameleya wan. Di nav gel de ne, tev li civakê dibin.xwedê ji wan razî be.”

“ez gelek sipas dikim.tiştekî gelek baş dikin.em her tim piştgiriyê didin artêşa xwe.xwedê ji wan razî be.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE