Cendirme bi hawara wan de çû

Li Diyarbekırê jineke ducanî bi firokeyê rakirin nexweşxaneyê...

Cendirme bi hawara wan de çû


Hêzên me yên ewlekarıyê him axa me diparêzin, him jî dema hewce bibe diçin alîkariya gel. Li çoltera pasûra amedê sancıyên jıneke dûcanî dest pê kır. Ekîba 112ê ya tendurıstıyê xwe negıhand jınıkê, lı ser vê yekê cendırme bı helîkopterê çûn hawara jına ducanî.

Di şer û aştiyê de, di nexweşî û saxiyan de…

Hêzên ewlekariyê her tim bi gel re ne. Ekîbên cendirmeyê li aliyekî li dijî terorê têdikoşin li aliyê din jî diçe hawara gel..

Li çoltera Pasûra Amedê sanciyên jineke ducanî dest pê kirin.

Xizmên wê di cih de gazî ekîbên 112ê kirin û ji wan alîkarî xwestin. Lê ekîbên 112ê ji ber ku cih asê bû, nikaribûn biçûna hawara wan. Di vê navberê de, agahî dan Fermandariya Cenderimeyê ya Herêmê.

Firokeyeke Fermandariya Cendirmeyê ji bo jina bipaşil rake nexweşxaneyê hazir kirin. Firoke di demeke kurt de gihişt gundê ku nexweş lê bû.Jina nexweş ewil anîn Fermandariya Cendermeyê ku li wir ji bo wê ambulansek hatibû hazirkirin.

Piştre ji fermandariyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.
 

Dîroka nûkirinê: 15 Tebax 2018, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE