Cendirme birînên mexdûrên erdhejê dipêçin

Li Malatyayê ekîbên cendirmeyê di pêçana birînên mexdûrên erdheja ku 24ê rêbendanê bi lerza 6,8an çêbû û navenda lerza wê jî Sîvrîceya navçeya Elazığê bû da berdewam e.

Cendirme birînên mexdûrên erdhejê dipêçin

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê li taxên çiyayî yên navçeyên Doganyol, Puturge, Kale û Battalgaziyê piştevanî dan welatiyên ku di erdhejê da malên wan rûxiyan an jî xesar dîtin.

Personelê cendirmeyê ku alîkariya xida û kincan da mexdûrên erdhejê, rûbirû bi welatiyan ra hatin cem hev û daxwaz û pirsgirêkên wan guhdarî kirin.

Astsûbayên jin di ziyaretên malan da bi kal û pîran û herwiha zarokan ra eleqedar bûn û diyarî pêşkêşî wan kirin.

Astsûbayên jin bot, lepik û mont li zarokan kirin û bi wan ra bûka berfê çêkirin.

Cendirmeyan alîkariya mexdûrên erdhejê yên di konan da jî kirin û berfa ku bi ser konan da bariye, paqij kirin.

Ekîban herwiha zincîr avêtin lastîka wesayîta ajokarekî ku ji ber berfê di rê da ma.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Çile 2020, 14:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE