Cendirme ji bo "rêzgirtina Ata" noqî Gola Wanê bûn

Tîmê Lêgerîn Xelaskirina Binê Avê ya Fermandariya Tîma Botê ya Edremîtê ku girêdayî Fermandariya Cendirmeya Bajêr e, ji bo "rêzgirtina Ata" noqî Gola Wanê bûn.

Cendirme ji bo "rêzgirtina Ata" noqî Gola Wanê bûn

 Li Wanê ekîbên cendirme ji bo salvegera 81emîn a wefata Pêşengê Mezin Mustafa Kemal Ataturk li ser Gola Wanê û di binê golê da portreya Ataturk û alaya Tirkiyeyê vekirin.

Tîmê Lêgerîn Xelaskirina Binê Avê ya Fermandariya Tîma Botê ya Edremîtê ku girêdayî Fermandariya Cendirmeya Bajêr e, ji bo "rêzgirtina Ata" noqî Gola Wanê bûn.

Ekîba ku ji 6 kesan pêk tê û tîma botê ya ku ji 5 kesan pêk tê li nêzî Girava Akdamarê ya li navçeya Gevaşê amadehiyên xwe temam kirin û noqî nava golê bûn.

Ekîban him li ser avê him jî di bin avê da alaya Tirk û portreya Ataturk vekirin û bi silavdayîna eskeran va Ataturk bi bîr anî.AA

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE