Li Diyarbekirê cesedê mirovê ku duh gava di Çemê Dîcleyê da masî digirt, di ro da çû, hat dîtin.
Li gorî agahiyê, destê sibê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina cesedê Kamuran Yilmaz (33) ku duh tevî hevalên xwe ji bo girtina masiyan çû Çemê Dîcleyê, lêbelê di ro da çû, cardin dest pê kirin.
Di xebatê da li nêzîkî Pira Fîskayayê cesedê Yilmaz hat dîtîn û cesed ji bo otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyûbî.