Li Vanê cesedên 2 kesên din jî ku ji ber binavbûna belema di Gola Vanê da wenda bûbûn hatin dîtin.
Ji bo derxistina belem û cesedên tê da, ku li Taxa Altinsaça Gevaşê çûbû nava Gola Vanê, lêbelê paşê tu xeber jê nehatibû hildan, ekîbên Cendirme, JAK, Midûriyeta Ewlekariyê, AFAD, UMKE û ekîba tenduristiyê û ya Hêzên Deryayî û her wiha tîma SAKê xebatên xwe didomînin.
Ekîbên ku nava rojê cesedê kesekî tê texmînkirin biyanî ye dît, dû ra cesedên 2 kesên din ên di belemê da jî dîtin.
Bi hersê cesedên ku îro hatin derxistin va hejmara cesedên ku hatin dîtin derket 36an.
Cesed bi wesayîtên cinazeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin Vanê bo Saziya Tiba Edlî ya Vanê hatin veguhestin.
- Bûyer
Li Vanê 27ê hezîranê ji Sedat û Medeni Akbaşê ku li Taxa Altinsaçê bi belema xwe ajotin nava Gola Vanê, demeke dirêj xeber nehat sitandin û li ser vê yekê mixtarê taxê îxbar kiribû ku du kes wenda ne.
Li ser îxbarê bi helîkoptera ku kameraya wê ya termal a bi şev jî dibîne heye, firokeya bêfirokevan û botên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê va di golê da û li dewrûbera golê fealiyeta kontrol-lêgerîn hatibû destpêkirin, lêbelê tu şopeke belemê nehatibû dîtin. Di xebatan da cesedên 33 kesên tê texmînkirin ku biyanî ne hatibûn dîtin. Piştî xebatên dûdirêj belem li peravê Girava Çarpanakê di 106,5 metre kûrahiyê da hatibû dîtin, 5 kes jî hatibûn tewqûfkirin.
AA