Li Agiriyê kesekî ku karantînaya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) binpê kir, 3 hezar û 150 lire ceza xwar.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîban 493 ciyên giştî yên wekî kafe, restoran, baxçeyên çay, salonên dawetê, mizgeft û kuafor kontrol pêk anîn.
Ekîban her wiha texsî û wesayîtên veguhestina giştî jî kontrol kirin.
Di kontrola ekîban a ji bo kesên pozîtîf û kesên ku temasa wan bi pêketiyan ra heye da 3 hezar û 150 lire ceza li kesekî ku hat tesbîtkirin, karantîna binpê kiriye û ji malê derketiye, hat birîn.
AA