Cezayê derbekarên Halîsdemir şehîd kirin hat qebûlkirin

Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Enqereyê biryara mehkûmkirinê ya ji ber bûyera şehîdkirina Serserbaz Omer Halîsdemir dabûn 18 bersûcî, qebûl kir.

Cezayê derbekarên Halîsdemir şehîd kirin hat qebûlkirin

Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Enqereyê biryara mehkûmkirinê ya ji ber bûyera şehîdkirina Serserbaz Omer Halîsdemir ku 15ê Tîrmehê di hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da qewimîbû dabûn 18 bersûcî, qebûl kir.

Dadgeha Cezayê Giran ya 14emîn ya Enqereyê di doza ku 18 bersûc hene da li 5 kesan cezayê "muebeta du caran girankirî" û li 13 bersûcan jî cezayê "hepsa muebetê girankirî" birîbû û Daîreya Cezayê ya 21emîn serlêdana îstinafê nirxand û di 5ê Adarê da biryar da.

Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Enqereyê biryara mehkûmkirinê ya ji ber bûyera şehîdkirina Serserbaz Omer Halîsdemir dabûn 18 bersûcan, qebûl kir û di biryarê da hat destnîşankirin ku biryara dadgehê di cî da ye û dijî hiqûqê nîne.

Daîreya Cezayê tevî biryara bihincet biryar da ku bersûc girtî bimînin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE