Cezayê pere dan 5 hezar ajokarên ku cixare kişandin

Di "Sepana Wesayîta Bêdû" ya ewlekarî û cendirmeyê ya li seranserê welêt da ji ber qebhetê kişandina cixareyê, cezayê pere li 5 hezar û 63 ajokaran hat birîn

Cezayê pere dan 5 hezar ajokarên ku cixare kişandin

Di "Sepana Wesayîta Bêdû" ya ewlekarî û cendirmeyê ya li seranserê welêt da ji ber qebhetê kişandina cixarecezapere li 5 hezar û 63 ajokaran hat birîn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, duh şaxên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê li seranserê welêt bi awayekî hevdem "Sepana Wesayîta Bêdû" anîn cih.

37 hezar û 65 personel beşdarî sepana ku îsal cara ewil hat kirin bûn. Di kontrolan da herwiha 169 kûçikên dedektor jî hatin emilandin. Di çarçoveya sepana ku ji bo kontrolkirina kişandina titûnê, destgîrkirina berşikan û bidestxistina alav û amûrên sûcê hat kirin da 150 hezar û 381 wesayît hatin kontrolkirin.

Di encama kontrolan da ji ber qebhetê kişandina cixareyê, cezayê pere li 5 hezar û 63 ajokaran hat birîn.

Herwiha cezayê pere li 9 hezar û 10 wesayîtên ku kêmasî an jî qusûrên wan hene hat birîn, hezar û 866 wesayît jî ji trafîqê hatin dûrxistin.

Di xebatan da herwisa 693 berşikên ku lê digerin hatin girtin, ji 84 kesên ku der heqê wan da miemeleyên edlî hatine kirin 16 jê hatin binçavkirin. Dîsa di xebatan da 2 jê zarok, 6 kesên wenda hatin dîtin û zarok teslîmî malbatan kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE