Cezayîr balyozxaneya xwe ya li Lîbyayê ku 7 sal e girtî ye dê dîsa veke

Cezayîrê ragihand balyozxaneya wan a li Lîbyayê ku 7 sal e girtî ye dê dîsa were vekirin

Cezayîr balyozxaneya xwe ya li Lîbyayê ku 7 sal e girtî ye dê dîsa veke

Cezayîr amadekariyan dike ku balyozxaneya xwe ya li Trablusa paytextê Lîbyayê ku 7 sal e ji ber ewlekariyê girtî ye, dîsa veke.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Cezayîrê da hat diyarkirin, Wezîr Sebrî Bûqadûm di ziyareta Trablusê da çû avahiya balyozxaneyê ku tê çaverêkirin dîsa dest bi fealiyetên dîplomatîk bike.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, Balyozxaneya li Trablusê ku ji 2014an vir va girtî ye dê heta çendekî jinûva vebe.

Her wisa di daxuyaniyê da hat diyarkirin, Wezîr Bûqadûm di seredana xwe ya Trablusê da ligel Serokwezîrê Lîbyayê Fayîz es-Serac, Serokê Konseya Bilind a Dewletê Xalid el-Mişrî, Seroka Meclisa Nûneran Hamûde Siyala, parlamenterên Lîbyayî û Wezîrê Karên Derva Mihemed Tahir Siyala hevdîtin pêk anîn.

Hat destnîşankirin, di hevdîtinan da Wezîrê Cezayîrî bal kişand ku ji destpêka krîzê vir va welatê wî hevkariya gelê Lîbyayê kir û her wisa aliyên Lîbyayî divê bi rêya diyalogê çareseriyeke siyasî bibînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE