Cîgirê Wezîr Dursun di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest da

Cîgirê Wezîrê Çand û Geştiyariyê Prof. Dr. Ahmet Haluk Dursun, li Ercişa navçeya Wanê di encama qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.

Cîgirê Wezîr Dursun di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest da

Cîgirê Wezîrê Çand û Geştiyariyê Prof. Dr. Ahmet Haluk Dursun, li Ercişa navçeya Wanê di encama qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.

Dursunê piştî bernameya "4emîn Şolena Dîroka Roma û Zanyariyên Dîrokî ya Romandayê" ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyeyê bi boneya 948emîn salvegera Serkeftina Malazgirtê li Malazgirta navçeya Muşê hat lidarxistin, derbasî Exlatê bû.

Dursun pey re bi rêya bejayî ber bi Wanê hereket kir.

Wesayita ku Dursun tê de bû li taxa Bayramliya navçeya Ercişê gindirî şerempolê.

Di qezayê de Dursun canê xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ercişê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE