Cîhan Karamanê Şaredarê Hekariyê hat girtin

Cîhan Karamanê Şaredarê Hekariyê di çarçoveya lêpirsîna terorê da hat girtin

Cîhan Karamanê Şaredarê Hekariyê hat girtin

Cîhan Karamanê Şaredarê Hekariyê yê HDPyî yê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da hatibû binçavkirin, hat girtin.

Cîhan Karaman di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Hekariyê va dihat meşandin 2 roj beriya vê hatibû binçavkirin. Karaman piştî karûbarên wî li emniyetê qediyan sewqî edliyeyê kirin.

Karaman ji hêla Hakîmtiya Cezaya Sulhê bi sûcê "endamtiya rêxistina terorê" va hat girtin.

Karûbarên Remziye Yaşara Şaredar û Îrfan Sariyê endamê meclisa şaredariya Geverê yên ku di çarçoveya heman lêpirsinê da hatibûn binçavkirin jî li dozgeriyê dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2019, 17:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE