CHP’ê serî li YSK’ê da

Ji bo betalkirina hilbijartinên 24ê Hezîranê CHP'ê serî li YSK’ê da...

CHP’ê serî li YSK’ê da

CHP û İYİ Partiyê serî li lijneya hilbijartinê ya bilind da. Her du partî jî dixwazin ji ber bêqanûniya giştî hemû hilbijartinên di 31ê adarê de li Stenbolê hatine kirin bên betalkirin. CHPê ji bo hilbijartina 24ê hezîranê betal bibe jî daxwazname da lijneyê.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek: “Me serlêdanên xwe kirin, ji ber bêqanûniya giştî me serî lê da. ji bo serlêdanên bêqanûniya giştî sînorê dem tune ye.”

CHP û İYİ Partîyê ji bo hilbijartinên Stenbolê betal bibin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind da.

CHP xwest li 39 navçeyên Stenbolê hilbijartin bên nûkirin.

Daxwaz kir ku hilbijartina 24ê Hezîranê jî betal bibe.

Hat diyarkirin ku serlêdan ji ber bêqanûniya giştî hatine kirin.

Serlêdana CHP’ê ji aliyê nûnerê partiyê yê YSK’ê Hadîmî Yakupoğlu hat kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Muharrem Erkek jî bi şandeya cem xwe re li Lijneya Hilbijartinê a Bilind bû.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek: Ger îrade, rih û armanca qanûnê ev be û ysk vê yekê ji xwe re bike hincet divê wê demê hilbijartinên 24ê hezîranê yên serokkomarî û parlamenteriyê jî bên betalkirin. Wê demê hûn mecbûr in hemû hilbijartinên navçeyan jî betal bikin.

Li ser navê İYİ Partiyê jî Alîkarê Serokê Giştî Hasan Seymen serî lê da.

Ji ber bêqanûniya giştî îtiraz hat kirin ku hemû hilbijartinên 31ê Adarê yên Stenbolê bên betalkirin.

Dîroka nûkirinê: 09 Gulan 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE