Cihê 23 waliyan guherî û ji bo 18 bajaran waliyên nû tayîn bûn

Qerarnameya waliyan bi îmzeya Serok Recep Tayyip Erdoğan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Cihê 23 waliyan guherî û ji bo 18 bajaran waliyên nû tayîn bûn

Waliyên 41 bajaran hatin guhertin... Ji bo 18 bajaran waliyên nû hatin tayînkirin. 23 walî jî li bajarên din hatin wezîfedarkirin... Serok Recep Tayyip Erdoğan qerar îmze kir. Waliyê Aydinê Yavuz Selim Köşger tayînî Îzmirê, Waliyê Agiriyê Süleyman Elban tayînî Edenê û Waliyê Antalyê Münir Karaloğlu jî tayînî Diyarbekirê bû.

Qerarnameya waliyan bi îmzeya Serok Recep Tayyip Erdoğan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Waliyên 41 bajaran guherîn.

Ji bo 18 bajaran waliyên nû hatin tayînkirin, 23 waliyan jî cihê wan guherî.

17 walî wek Sermifettîşê Milkiyeyê hatin wezîfedarkirin.

Waliya Muğlayê Esengül Civelek jî bû Serşêwirmenda Serok.

Waliyê Aydinê Yavuz Selim Köşger tayînî Îzmirê, Waliyê Agiriyê Süleyman Elban tayînî Edenê û Waliyê Antalyayê Münir Karaloğlu jî tayînî Diyarbekirê bû.

Waliyê Edenê Mahmut Demirtaş dan Mêrdînê, Waliyê Afyonqerehîsarê Mustafa Tutulmaz dan Zonguldakê, Waliyê Balıkesirê Ersin Yazıcı jî dan Antalyayê.

Vahdettin Özkan bû Waliyê Qonyayê, Zülkif Dağlı bû Waliyê Samsunê.

Yaşar Karadeniz tayînî Manisayê, Hüseyin Aksoy tayînî Aydınê bû.

Seddar Yavuz bû waliyê Kocaeliyê, Ali Fuat Atik bû waliyê Denizliyê, Orhan Tavlı bû waliyê Muğlayê, Ömer Faruk Coşkun jî bû waliyê Meraşê.

Midûrê Giştî yê Îdareya Koçberiyê Abdullah Ayaz bû waliyê Çankırıyê, Midûrê Giştî yê Rêvebirina Bajaran Ali Çelik bû waliyê Kütahyayê.

Midûrê Giştî yê Personelên MEBê Hamza Aydoğdu bû waliyê Aksarayê, Midûrê Giştî yê Karên Welatîtî û Nifûsê Hüseyin Engin Sarıibrahim jî bû waliyê Iğdırê.

Waliyê Aydınê Yavuz Selim Köşger bû Waliyê İzmirê

Waliyê Ağrıyê Süleyman Elban bû Waliyê Adanayê

Waliyê Antalyayê Münir Karaloğlu bû Waliyê Diyarbakırê

Waliyê Adanayê Mahmut Demirtaş bû Waliyê Mardinê

Waliyê İzmirê Erol Ayyıldız bû Waliyê Eskişehirê

Waliyê Afyonkarahisarê Mustafa Tutulmaz bû Waliyê Zonguldakê

Waliyê Balıkesirê Ersin Yazıcı bû Waliyê Antalyayê

Waliyê Burdurê Hasan Şıldak bû Waliyê Balıkesirê

Waliyê Çanakkaleyê Orhan Tavlı bû Waliyê Muğlayê

Waliyê Elazığê Çetin Oktay Kaldırım bû Waliyê Sakaryayê

Waliyê Kastamonuyê Yaşar Karadeniz bû Waliyê Manisayê

Waliyê Kocaeliyê Hüseyin Aksoy bû Waliyê Aydınê

Waliyê Kahramanmaraşê Vahdettin Özkan bû Waliyê Konyayê

Waliyê Nevşehirê İlhami Aktaş bû Waliyê Çanakkaleyê

Waliyê Orduyê Seddar Yavuz bû Waliyê Kocaeliyê

Waliyê Siirtê Ali Fuat Atik bû Waliyê Denizliyê

Waliyê Tunceliyê Tuncay Sonel bû Waliyê Orduyê

Waliyê Iğdırê Enver Ünlü bû Waliyê Giresunê

Waliyê Osmaniyeyê Ömer Faruk Coşkun bû Waliyê Kahramanmaraşê

Waliyê Düzceyê Zülkif Dağlı bû Waliyê Samsunê

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE