Cih û warên dîrokî paqij kirin

Li Çermikê hemû rayedar û wezîfedar li herêmên turîzmê paqijiyê dikin...

Cih û warên dîrokî paqij kirin

Qeymeqamî û Şaredariya Çêrmûkê bi midûriya perwerdê re dest bi kampanyaya paqijkirina xwezayê kir. Qeymeqam Ramazan Polat û Şaredar Şêxmûs Karamehmetoğlu, tevî xwendekar û mamosteyan berê xwe dan cih û warên dîrokî.

Li Çêrmûka Amedê Projeya dilsozên xweza û qasidên turîzmê dest pê kir.

Kampanya ji aliyê Qeymeqamî û şaredariyê ve tê birêvebirin.

Ji bo turîzma Çermûkê geş bibe, Qeymeqam Ramazan Polat û Şaredarê Çermûkê Şêxmûs Karamehmetoğlu tevî xwendekar, mamoste û dilxwazan çûn cih û warên dîrokî.

Koma qasid û dilsozên xwezayê herêmên turîstîk paqij kirin.

Qeymeqam Ramazan Polat jî diyar kir û got Çêrmûk bi berhemên dîrokî û xwezaya xwe ve cih û warê turîzmê ye.

Qeymeqam Ramazan Polat got, ‘’Li Çêrmûkê derfet û îmkan gelek in. Mêvan serê sibê karin li Sûlava Şêxandedeyê taştê bixwin. Nîvro li Çemê Sînekê bêhna xwe vedin û derkevin Çiyayê Gelîncîkê. Ev der bi dîmen û manzareya xwe ve cihekî bêhempa ye. Germavên Çêrmûkê dîsa gelekî bi kalîte ne.

Ekîba ku paqijî kir bang li gel kir ku xwezayê bi hev re biparêzin û qirêj nekin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE