Di çarçoveya têkoşîna dijî musîlajê ya li Behra Marmarayê da cihazên zêdekirina oksîjenê danîn 5 herêmên cuda yên li perava Kendava Îzmitê û Pendîkê.
Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê di çarçoveya xebatên paqijkirina musîlaya li Behra Marmarayê da bi tekneyê derket kontrola xebatên li Kendava Îzmitê.
Kurum ji rayedaran agahiyên xebatan hilda, paşê li herêma Sekaparkê ji bo zêdekirina oksîjena behrê cihaz avêt ava Kendava Kocaeliyê.
Serdar Yavuzê Waliyê Kocaliyê û Tahîr Buyukakinê Şaredarê Bajarê Mezin ê Kocaeliyê û Serokê Yekîtiya Şaredariyên Marmarayê jî bi Kurum ra derketin kontrolê.
Hat destnîşankirin ku di çarçoveya têkoşîna dijî musîlajê ya li Behra Marmarayê da cihazên zêdekirina oksîjenê danîn 5 herêmên cuda yên li perava Kendava Îzmitê û Pendîkê.AA