Li Siverekê, komeke geşt û gerê çû dîtina berhemên dîrokî. Gerokan paşê bi hev re stran gotin û govend gerandin.
Ji bo sirûşt û dîroka Şanliurfayê nas bikin wan bi hev re komeke geşt û gerê ava kir.
Li hev civiyan û çûn derdora Qerejdaxê, qeza Siverekê.
Li dêr û şikeftên dîrokî yên heyema Romayiyan geriyan.
Ew 5 kîlometreyan meşiyan. Bi hev re stran gotin û govend gerandin.
Çalakvanên ciwan dixwazin bala gel bikişînin ser danasîn û dîroka herêmê.