Cihûyên tundraw bi ser Mescîda Eqsayê da girtin

Di daxuyaniya Îdareya Weqfên Îslamî yên Qudsê da hat gotin ku 50 Cihûyên tundraw ji Deriyê El Mexarîbê (Fas) ku başûrê rojhilatê Mescîda Eqsayê dikeve bi refaqata polêsên Îsraîlê ketin hundir û bi ser Herêma Şerîf da girtin.

Cihûyên tundraw bi ser Mescîda Eqsayê da girtin

Bi refaqata polêsên Îsraîlê 50 Cihûyên tundraw ketin hewşa Mescîda Eqsayê ya li herêma Bajarê Kevn a Qudsa Rojhilat.

Di daxuyaniya Îdareya Weqfên Îslamî yên Qudsê da hat gotin ku 50 Cihûyên tundraw ji Deriyê El Mexarîbê (Fas) ku başûrê rojhilatê Mescîda Eqsayê dikeve bi refaqata polêsên Îsraîlê ketin hundir û bi ser Herêma Şerîf da girtin.

Cihûyên tundraw car caran bi çalakiyên wiha va bi ser Mescîda Eqsayê da digirin û li herêmê dibin sedema zêdebûna rageşiyê.

Serdestiya Îdareya Weqfên Îslamî yên Qudsê tê binpêkirin

Mescîda Eqsayê û weqfên li Qudsê li gor peymana aştiyê ya ku di 26ê Cotmeha sala 1994an navbera Îsraîl û Urdunê hat îmzekirin da di bin Îdareya Weqfên Îslamî yên Qudsê da ye û ew jî girêdayî Wezareta Weqfan, Karên Îslamî û Muqedesat a Urdunê ye. 

Cihû berê bi destûra Îdareya Weqfên Îslamî yên Qudsê Mescîda Eqsayê ziyaret dikirin lê ji sala 2003an pê va Cihû serdestiya Weqfa Îdareyê binpê dikin û bi refaqata polêsên Îsraîlê dikevin pîrozgeha Misilmanan.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2020, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE