Cil û bergên bi hunera Ebrûyê

Li ser qumaşan ebrûyê çêdikin û bi wan kincên cuda didirûn...

Cil û bergên bi hunera Ebrûyê

Hunera Ebrûyê ku zêdetir li ser kaxizan tê çêkirin li navenda perwerdeya gel a Şanliurfayê li ser qumaşan tê çêkirin. Bi wan qumaşan jî cil û bergên cuda tên dirûn.

Ebrûya ku ji hunerên kevnare yek e, zêdetir weke tablo tê daleqandin.

Lê di vê atolyeyê de, di teştên mezin ên ebrûyê de qumaş tên bikaranîn.

Ev kar li gorî ebrûya li ser kaxizan zahmettir e, lê berhemên ku dertên hêjayî wî zehmetî ne.

Lewra ji qumaşên ku li ser wan neqşên ebrûyê hene gelek kincên cuda û amûrên balkêş çêdikin.

Atolyeya ku bi piştgiriya Navenda Perwerdeya Gel a Şanliurfayê hatiye vekirin, ji xeynî hunerê, kursiyerên xwe dike xwediyê zineatekê jî.

Lewra ev qumaş paşê li kargehê tên dirûn û ji wan lîbas, qirawat û bûkanî tên çêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE