Çilçiyayên li Tunceliyê bi bergeha xwe ya siruştî va balê dikşîne

Li Mazgîrta navçeya Tunceliyê Çilçiyayên qasî 3 hezar mêtreyî bilind in piştî helîna berfê bi reng û rûçikên curbecur ên biharê xemilîne û bala hezkirên siruşt û wênekêşan dikişîne.

Çilçiyayên li Tunceliyê bi bergeha xwe ya siruştî va balê dikşîne
GALERIYA NÛÇEYÊ
Bihara li Çilçiyayan

Bihara li Çilçiyayan

Çilçiyayên li Mazgîrta navçeya Tunceliyê bi dor û ber, dîrok, xweşiyên çandî û siruştî yên xwe va ji bo kesên dixwazin ji bajar û qelebalixiyê dûr bikevin, rawestgeha bêhnvedanê ye.

Bajarê di nav çiyayên Munzur, Hel û Sulbusê da hatiye avakirin û bilindahiya wê ya ji behrê 940 mêtre ye bi siruşt, deverên dîrokî û curbecuriya heywan û nebatên li ser axa xwe dihewîne balê dikişîne.

Bajarê avgermên Bagin û Golanê, Kelha Mazgîrtê, navçeya Mazgîrtê ya çil û çiya jî lê ne di her demsalê da bi xweşiyeke xwe mirov ber xwe va dikişîne.

Li navçeya ji hêla xweşiyên siruştî û dîrokî va balê dikişîne bi helîna berfa ser Çilçiya çîçekên reng rengî û giyayên curbecur ên di biharê da reng vedidin derketin holê. Perperokên reng rengî yên di nav gul û çîçekan da difirin jî behna mirov derdixin.

Çilçiya nava heftê ji bo çiyager û gerokan wek devera behnvedanê ye û odeyên di nav zinaran da hatine çêkirin, pêlekan û embarên avê yên ji heyama Urartuyan mane meriv ber bi xwe va dikişîne.

Hezkiriyên siruştê yên ku ji texma gundê Yukariyê dest bi meşê kirin ji bo derkevin serê çiyê di şiverêya nav daristanên berû da derbas dibe diçin.

Kesên ji bo kêfê derketine rê di dema rêwîtiya xwe da gelek heywanên kovî dibînin û piştî meşeke 3-4 saetan jî digihêjin lûtkeyê.

- Hezkiriyên siruştê ji bajêr dûr behna xwe derdixin û wextê xwe derbas dikin

Lûtkeya Çilçiya ku bi rengên curbecur ên nebatan xemiliye wek resmeke çêkirî xuya dike û kesên hatine jî li vê derê wêneyan dikişînin ê kêf dikin.

Dema meriv ji serê lûtkeyê li dûr mêze dike wekî erd û esman bi hev ra wek zeliqî be xuya dike û kesên heta vê derê derketine li ser agir çayê çêdikin, wêneyan dikişînin û ji bo demekê hemû derd û kulên dinyayê diavêjin pişt xwe û li kêfa xwe mêze dikin.

Malîk Kayayê li herêmê wênekêşiyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku evder bi xweşiyên xwe yên siruştî derdikeve pêş meriv û bangî kesên ji gera di nav dar û beran da hez dikin kir û got ku werin ji vê kêfê mehrûm nemînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE