Cinazeyê 2 kesên di Gola Terkosê da wenda bûbûn hat dîtin

Li İstanbulê li Gola Terkosê (Durusu) cinazeyê 2 kesên ji ber keleka masîgiran ku qelibî wenda bûbûn hat dîtin.

Cinazeyê 2 kesên di Gola Terkosê da wenda bûbûn hat dîtin

Xozneberên ku ji ber mij û moranê navber dabûn lêgerînê ber destê sibehê cardin dest bi xebatên lêgerînê kirin û cinazeyên 2 kesên wenda bûbûn ji avê derxistin.

Li taxa Ormanliyê ya Çatalcayê keleka ku 3 kes tê da bûn binav bûbû û bi alîkariya kelekeke din kesek hatibû xilaskirin û 2 kes jî wenda bûbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 18:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE