Cinazeyê Ara Güler hat definkirin

Ara Güler wê li Goristana Ermeniyan a Şişliyê hat veşartin

Cinazeyê Ara Güler hat definkirin

Hosteyê mezin ê fotografan Ara Güler, roja çarşemê jiyana xwe ji dest da. îro jî cinazê wî veşartin. Ara Güler piştî merasîma li kilîseya ermeniyan a sê horanê,li goristana ermeniyan a li şişliyê hat definkirin.

Şeva çarşemê xebera nebixêr hat ku Hosteyê mezin ê fotokêş Ara Güler li nexweşxaneya lê tedawî dibe wefat kiriye.

Wefata Ara Güler dilê her kesî êşand.

Li kafeya Arayê ya ku her roj diçû wir, maseya wî vala ma.

Rismê wî danîn ser maseyê û bi kulîlkan hat xemilandin.

Heskiriyên wî, qurnefîl danîn li ser maseya wî.

Ara Gûler bi makîneya xwe dîrok neqş dikir, lê niha koça xwe ya dawî dike.

Merasîma ewil li Galatasarayê hat kirin.

Cinazeyê ku bi alaya Tirkiye hatibû pêçandin danîn ser platforma taybet.

Alîkarê Serok Fuat Oktay, Berdevkê Serok İbrahim Kalin û Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Ersoy, jî çûn merasîmê.

Di merasîmê de hezkirên hûnermend jî hebûn.

Cinazeyê Güler, ji bo merasîma dînî anîn Dêra Ermeniyan a 3 Horanê.

Piştî merasîma dînî, hostayê mezin Ara Güler ji bo definkirinê anîn Goristana Ermeniyan a li Şîşliyê.

Dîroka nûkirinê: 20 Cotmeh 2018, 14:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE