Cinazeyê birayê din jî li Geliyê Munzurê hat dîtin û teslîmî malbatê kirin

Li Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ji du birayan cesedê Mehmet Aydemir jî di çem da hat dîtin û teslîmî malbatê kirin.

Cinazeyê birayê din jî li Geliyê Munzurê hat dîtin û teslîmî malbatê kirin

Li Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ji du birayan cesedê Mehmet Aydemir jî di çem da hat dîtin û teslîmî malbatê kirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku Mehmet (37) û Bozkurt Aydemirê (45) bira bûn di 13 Îlonê da ji bo berhevkirina sîrimê çûn Geliyê Munzurê û tu xeber ji wan nehat hildan.

Di daxuyaniyê da da hat gotin ku di encama xebatên lêgerînê yên ekîban da di 20ê Îlonê da ji birayan cinazeyê Bozkurt Aydemir hat dîtin û daxuyanî wiha dewam kir: "Ev 9 roj e ku ji hewa, beja û nav avê da ekîbên cendirme, AFAD û dildarên AFADê, ekîbên ewlehiyê, çiyagerên herêmî, ekîbên raftîngê, tîmên bin avê û welatiyên li gundên dor û berê va bi hemû derfetên dewleta me va lêgerîn hatin kirin û di encamê da duh êvarê mixabin cinazeyê welatiyê duyemîn ê winda bû jî di nav Çemê Munzurê da hat dîtin û teslimî malbata wî hat kirin. Ji hemû ekîb û welatiyên tevlî xebatên lêgerînê bûn ra spas dikin û serê malbatê sax be û Xwedê sebrê bide wan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE