Piştî otopsiya li Tipa Edlî cinazeyê Deya Bîlena li Kestela navçeya Bursayê bi ro da çûbû û miribû anîn li xesilxaneya Midûriyeta Şaxa Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê şûştin.
Bi beşdariya eqrebeyên Bîlenê nimêja cinaze û dia hat kirin. Piştî nimêjê cinaze bi wesayîta şaredariyê birin Balafirgeha Yenîşehirê.
Li vê derê cinaze li teyareya kargoyê kirin û şandin Bîngola memleketê Bîlenê.
Cinazeyê Bîlenê li Harabaya goma Gozelera gundê Bîngolê hat definkirin.
Bûyer
Di 21ê hezîranê da li Dudakli, Narlidere, Aksu û Kayacika taxên Kestela navçeya Bursayê ji ber şiliyê lehî rabibû, rê û wesayît di binê avê da mabûn.
Li Taxa Dudkaliyê cinazeyê Kader Akbabayê hatibû dîtin, cinazeyê Ahmet, Turkan, Medîne û Nazîme Bîlenê li Taxa Kayacikê hatibûn dîtin. Derya Bîlen bi ro da çûbû û winda bibû.
Li herêmê 33 avahî, 30 hezar û 500 dolim erdî zirar ditîbû.