Cinazeyê Gultekin dê bi balafirê ji balafirgeha Îstanbulê bişînin Agriyê

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca cinazeyê Saraçoglu û malbata wî li Balafirgeha Esenbogayê pêşwazî kirin

Cinazeyê Gultekin dê bi balafirê ji balafirgeha Îstanbulê bişînin Agriyê

 Cinazeyê Fatîh Saraçoglu û Gokhan Gultekîn ku ji qurbaniyên êrîşa terorê ya Hanauya bajarê Almanyayê ne, ji bo ku li welatê wan werin definkirin, anîn Turkiyeyê.

Piştî ku li Meydana Markt a Hanauyê merasima cinaze hat lidarxistin, cinaze şandin Turkiyeyê. Cinazeyê Saraçoglu gihîşt Balafirgeha Esenbogayê, cinazeyê Gokhan Gultekîn jî gihîşt Balafirgeha Îstanbulê.

Cinazeyê Saraçoglu wê li Îskîlîpa navçeya Çorumê were definkirin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Parlamenterên Çorumê yên AK Partiyê Erol Kavuncu û Ahmet Samî Ceylan, Midûrê Giştî yê Têkiliyên Dereke ya Serokatiya Kar û Barên Diyanetê Erdal Atalay, Miftiyê Enqereyê Yusuf Dogan cinazeyê Saraçoglu û malbata wî li Balafirgeha Esenbogayê pêşwazî kirin.

Wezîr Koca û kesên pê ra li salona VIPê serxweşî da Ahmet Saraçogluyê bavê Fatîh û Hayrettîn Saraçogluyê kekê wî.

Wezîr Koca li salona VIPê qasekê mazûvaniya malbata Saraçoglu kir, ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya nijadperest da mirin Qur'ana Pîroz hat xwendin û dia hat kirin.

Wê demê cinazeyê Fatîh Saraçoglu ku bi alaya Turkiyeyê va hatibû pêçan, gihîşt çaviya kargoyê ya balafirgehê û ji wir hat hildan û kirin wesayîta cinaze ya neqlê ya Weqfa Diyanetê ya Turkiyeyê.

Malbatê cinazeyê kurê xwe teslîm hilda û bi Wezîr Koca ra bi rê ketin ku herin Îskîlîpê.

Serokê Kar û Barên Diyanetê Alî Erbaş wê nimêja cinaze bide kirin

Cinazeyê Fatih Saraçoglu îro li Îskîlîpê bi merasima cinazeyê ya piştî nimêja nîvro dê were definkirin.

Hat ragihandin ku ligel Serokê Karûbarên Diyanetê Ali Erbaş, Serokê Komên Tirk û Eqreba yên Dervayî Welêt Abdullah Eren jî dê beşdarî merasima cinazeyê bibin.

Cinazeyê Gultekin dê bi balafirê bişînin Agiriyê

Cinazeyê Gokhan Gultekin ku di êrîşa terorê ya nijadperest da ligel Saraçoglu jiyana xwe ji dest da jî di saet 14.00yan da ji Îstanbulê bi balafirê dê bişînin memleketê wî Agiriyê.

Herwiha cinazeyê Gultekin li Eleşkirta navçeya Agriyê berêvarê dê piştî nimêja cinaze were definkirin.

Cinazeyê Gurbuz dê îro li Almanyayê were definkirin

Hatibû ragihandin ku li bajarê Hanau yê Almanyayê şeva 19ê sibatê li dijî du kafeyan êrîşa çekdar hat kirin, Tobias Rathjenê 43 salî ku 9 kes kuştin, piştî êrîşê çû mala xwe û diya xwe Gabrielle Rathjena 72 salî kuşt û dû ra xwe kuşt. 

Di êrîşê da welatiyên Turkiyeyê Ferhat Unvar, Gokhan Gultekin, Fatih Saraçoglu, Sedat Gurbuz û herwiha Hamza Kurtovicê Bosna Hersekî, Mercedes Kierpaczê Polonyayî, Kaloyan Velkovê Bulgar, Vili Viorel Punê Romanyayî û Said Nasser El Hashemiyê Efxan hatibûn kuştin.

Hat ragihandin ku ji qurbaniyên êrîşa terorê ya nijadperest, cinazeyê Ferhat Unar li eyaleta Hessen a Almanyayê hat definkirin, yê Sedat Gurbuz jî îro li bajarê Dietzenbach ê li ser Hessenê dê were definkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE