Xebatên lêgerînê yên ji bona dîtina Îkra Nurê ku şeva Şemiya 27ê Hezîranê li gundê Îcilliyê venegeriyabû malê û li ser îxbara malbatê dest pê kiribûn îro di saet 06.00an da cardin dest pê kirin.
Di xebatên lêgerînê da tîmên asayîşê û hereketa taybet ya cendirmeyan ku ji kesan pêk tê, ekîbên AFAD û AKUTê, tîma şopandina rêçan ya kûçikan, kûçikekî kadavrayê, 170 personel, xizmên keçikê û welatiyan cî girtin.
Di encama lêgerînê da cinazeyê Îkra Nurê 4 kîlomêtro dûrî gundê Îcilliyê li ber çem hat dîtin.