Cinazeyê Rahşan Ecevitê hat definkirin

Cinazeyê Rahşan Ecevita Seroka Giştî ya Avakar a DSPyê û jina Bülent Ecevitê Serokwezîrê berê li Goristana Dewletê hat definkirin

Cinazeyê Rahşan Ecevitê hat definkirin

CinazeRahşan Ecevita Seroka Giştî ya Avakar a Partiya Çepgir a Demokratîk (DSP) û jina Bulent Ecevitê Serokwezîrê berê li Goristana Dewletê hat definkirin.

Nimêja cinazeyê Rahşan Ecevitê piştî nimêja nîvro li Mizgefta Kocatepeyê hat kirin û cinaze anîn Goristana Dewletê.

Darbesta Ecevîtê bi alaya Tirk hat pêçan û piştî ku ji wesayîta cinaze hat peyakirin, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kılıçdaroğlu, Serokê Giştî yê CHPyê Onder Aksakal, Serokê Giştî yê DSPyê yê Berê Masum Turker û Emrehan Halıcıyê Alîkarê Serokê Weqfa Zanist, Çand û Hunerê ya Rahşan Ecevit-Bülent Ecevit ketin bin darbestê û cinaze heta ber gora Bülent Ecevit bir.

Li ser wesyeta Rahşan Ecevitê, cinazeyê wê li kêleka Bülent Ecevitê mêrê wê ku di sala 2006an da mir, hat definkirin. Kılıçdaroğlu di definkirinê da ax avêt ser qebra Rahşan Ecevitê.

Wekîlserokê Meclisê Levent Gok, Serokê Meclisê yê berê Hikmet Çetin, Wezîrê Edaletê yê berê Samî Turk, Asûde Arala xwişka Rahşan Ecevitê, rêveberên CHP û DSPyê û welati beşdarî definkirinê bûn û paşê qirnefîl danîn ser qebra Bülent û Rahşan Ecevit û dia hatin kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2020, 16:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE